Dinya

Li Beyrûta paytextê Libnanê dengê gelek teqînan hat bihîstin

- Di êrîşên asîmanîda 2 kes mirin, 76 kes birîndar bûn - Berdevkê artêşa Îsraîlê eşkere kir ku li Beyrûtê baregeha mezin a Hîzbullahê hedef hat girtin - Piştî êrîşa dijî Beyrûtê Netanyahu ji Amerîkayê zû vedigere Îsraile

Enes Canlı  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Li Beyrûta paytextê Libnanê dengê gelek teqînan hat bihîstin

Quds

Hema piştî axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ya li Lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Beyrûta paytextê Libnanê dengê gelek teqînan hat bihîstin.

Li herêma başûr a paytext Beyrûtê biqasî 10 roj in dengê teqînan bilind dibe.

Teqîn dema ku Netanyahu li Lijneya Giştî ya NYyê diaxiviya çêbûn.

Di nûçeya li NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê da hat diyarkirin ku Taxa Hureykê ya li herêma Dahiyeya li başûrê Beyrûtê bi hin êrîşên asîmanî va hedef hatin girtin.

- Artêşa Îsraîlê: "Me li Beyrûtê baregeha sereke ya Hîzbullahê hedef girt"

Danîel Hagariyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku li herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê baregeha sereke ya Hîzbullahê hedef girtin.

Hagarî parast ku baregeha Hîzbullahê li bin avahiyên sivîl hatiye veşartin û der barê kesê hedef girtin da agahî neda.

Çapemeniya Îsraîlê jî îdia kir ku di bombebarana artêşa Îsraîlê ya li Beyrûtê da Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nasrallah hedef hat girtin.

- Di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên dijî Beyrûtê da 2 kes mirin, 76 kes birîndar bûn

Ji aliyeki din, di êrîşên dawîn ên ku Îsraîlê bir ser Beyrûta paytextê Libnanê da li gor tesbîtên ewil 2 kes hatin kuştin, 76 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê der barê jimara kesên ku di êrîşên asîmanî yên artêşa Îsraîlê bir ser Herêma Dahiyeyê ya li Beyrûtê da agahî dan.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku piştî bombebarana li ser hev a balafirên şer ên Îsraîlê li gor tesbîtên ewil li herêma Dahiyeyê 2 kes hatin kuştin, 76 kes birîndar bûn. Hat gotin ku ji birîndaran 15 jê rakirin nexweşxaneyan, yên din jî sivik in.

NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya welêt da hatibû ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê herêma Dahiyeyê hildan çembera bombebaranê û ji herêma Burc el-Baracîne û rêya balafirgehê heta Taxa Hureykê gelek avahî hatin bombebarankirin.

Di nûçeyê da hat diyarkirin ku di encama êrîşan da li Dahiyeyê 6 avahî xira bûn û bangî welatiyan kirin ku acîl xwînê bidin nexweşxaneyên li Beyrûtê.

- Piştî êrîşa dijî Beyrûtê Netanyahu ji Amerîkayê zû vedigere Îsraile

Hat ragihandin ku Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ku ji bo xitabî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bike li New Yorkê bû êrîşa Beyrûtê tesdîq kir ê piştî geşedanên dawîn dê ziyareta xwe kurt bigire û vegere welatê xwe.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îsraîlê Netanyahu vegera xwe ya ku wekî şeva şemiyê hatibû plankirin guherand dê îşev vegere.

Ofîsa çapemeniyê jî wêneyekî Netanyahu ya ku bi têlefonê diaxive û êrîşa asîmanî ya dijî Beyrûtê tesdîq dike weşand.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê da Netanyahu piştî gihaşt Îsraîlê demildest dê biçe kompleksa Wezareta Parastinê ya li Tel Avîvê û civînên "îstişareya ewlehiyê" bike.

Di heman demê da Wezareta Parastinê jî ragihand ku Wezîr Yoav Gallant û Sererkan Herzî Halevî jî li Kompleksa Wezareta Parastinê ya li Tel Avîvê êrîşa dijî Beyrûtê şopandin, ji wir wêneyek weşand.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın