Dinya

Li DYAyê dadgeha federal dersînorkirina çalakvanê Filistînî Mehmûd Xelîl bi awayekî berwext sekinand

Ayşe İrem Tiryaki  | 11.03.2025 - Rojanekırın : 11.03.2025
Li DYAyê dadgeha federal dersînorkirina çalakvanê Filistînî Mehmûd Xelîl bi awayekî berwext sekinand

Ankara

 Li DYAyê dadwerekî dersînorkirina çalakvanê Filistînî Mehmûd Xelîlê ku pêşengiya xwepêşandanên ji bo Xezeyê dikir û hatibû girtin, bi awayekî berwext sekinand.

Li DYAyê nîqaşên ji bo Xelîlê ku piştî pêşengiya xwepêşandanên Xezeyê kir hat girtin, dewam dikin.

Li gorî nûçeya CNNê dadgeha federal a DYAyê biryar da ku dersînorkirina Xelîlê çalakvan bi awayekî berwext bê rawestandin.

Di demeke wisa da ku tê çaverêkirin sibê Xelîl derkeve pêşberî darazê, bi sedan kes ji bo protestokirina biryara girtinê ya navborî rijiyan kolanên New Yorkê.

- Girtina Xelîl

Aktîvîstê xwendekar ê Filistînî Xelîl ku pêşengiya xwepêşandanên li Zanîngeha Columbia ya li DYAyê dikir, hate girtin.

Parêzera Xelîl Amy Greerê destnîşan kiribû ku muwekîlê wê "xwediyê karta kesk a îqameyê ya daîmî" li DYAyê ye û hevjîna wî jî welatiya DYAyê ye. Ji aliyê Daîreya Parastina Gumrik û Koçberiyê ya DYAyê (ICE) va hatiye girtin û karta wî ya kesk hatiye betalkirin.

Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Marco Rubio jî di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kiribû da gotibû, "Emê vîze yan jî kartên kesk ên alîgirên Hemasê yên li Amerîkayê betal bikin da ku bên dersînorkirin."

Serokê DYAyê Donald Trump jî di bihara 2024an da soz dabû ku xwendekarên navneteweyî yên ku kampusên li zanîngehên DYAyê beşdarî xwepêşandanên ji bo Xezeyê dibin ewê bên dersînorkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.