Dinya

Li gorî gelê eyaleta Michiganê ya DYAyê Demokratan ji ber "piştevaniya cînosayda li Xezeyê" têk çûn

Islam Doğru  | 07.11.2024 - Rojanekırın : 08.11.2024
Li gorî gelê eyaleta Michiganê ya DYAyê Demokratan ji ber "piştevaniya cînosayda li Xezeyê" têk çûn

New York

 Di encama kampanyaya "Harris terk bike" ku ev bi mehane weke bertekeke li dijî cînosîda li Xezeyê tê ajotin, li Dearbornê namzêdê Komarîxwazan Donald Trump li hember rixabera xwe Kamala Harrisê nêzîka 7 puanan li pêş derket.

Nîştecîhên Dearbornê ku bi kevneşopî berê xwe didin Partiya Demokratê di hilbijartina 2020an da ji sedî 30ê dengê xwe dabûn Trump û ji sedî 69 dengan dabûn rikaberê wî yê wê demê Joe Biden. Lê di vê hilbijartinê da Dearborniyan Demokrat di sindoqê da hiştin.

Yek ji nîştecihên Derabornê Mohammad Abudrabo ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku Demokratan "têkiliyên xwe yên bi rastiyê ra" wenda kirine û got, "Ew cînosayda ku li Xezeyê berdewam e bandoreke mezin li encamên hilbijartinê kir."

Abudrabo wiha pê da çû:

"Ji sedî 60ê Demokratan li dijî cînosaydê derdikevin. Tenê weke mijareke siyasî jî, çima hûn cînosaydê nasekinînin? Ev hîç ne mentiqî ye. Bi ya min vê yekê ew birîndar kirin. Divê li mirêkê binerin û heke bi rastî dixwazin rikaberiyê bikin bila çaksaziyê di parti ya xwe da bikin. Bi fikra min divê dîsa xwe bikin marka."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın