Li gorî rapora NYyê, Îsraîl pergala tenduristiya lihevzêdebûnê ya Filistîniyan dike armanc û jenosîdê dike

Geneve
Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya sûcên li ser xaka Filistînê hatine kirin lêpirsîn dike, ragihand ku Îsraîl, tesîsên tenduristiya cinsî û lihevzêdebûnê ya Filistîniyan bi awayekî sîstematîk ji navê dibe û çalakiyên jenosîdê dike.
Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya NYyê ya sûcên li ser xaka Filistînê hatine kirin lêpirsîn dike, di çarçoveya Rûniştina 58em a Konseya Mafên Mirovan a NYyê da rapora xwe ya nû eşkere kir.
Di raporê da hat destnîşankirin, binpêkirinên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va yên dijî keç, jin û mêrên Filistînî yên li xaka Filistînê ya dagirkirî, hatin belgekirin.
Di raporê da hat balkişandin ku Îsraîlê li dijî Filistîniyan awayên tundiyê yên cinsî û lihevzêdebûnê û yên li ser binemayên din ên cinsî bêtir emilandin da ku mafê wan ê çarenûsê asteng bike û wiha hat gotin, "Îsraîl bi rêya jinavbirina sîstematîk a tesîsên tenduristiya cinsî û lihevzêdebûnê ya Filistîniyan va çalakiyên jenosîdê dike."
Di raporê da hat destnîşankirin ku tundiya Îsraîlê ya cinsî û li û ser binemayê cinsî ya her ku diçe zêdetir dibe, wekî stratejiyeke şer tê cîbicîkirin da ku gelê Filistînê bike bin kontrola xwe û wan ji holê rake.
Hat diyarkirin, tecawiz û awayên din ên tundiya cinsî, bi emr û teşwîqa lîderên sivîl û eskerî yên payebilind ên Îsraîlê tên kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.