Dinya

Li Hindistanê di festîvala Maha Kumbhê da îzdiham derket û li gorî encamên destpêkê 10 kes mirin

Ecem Şahinli Ögüç  | 29.01.2025 - Rojanekırın : 29.01.2025
Li Hindistanê di festîvala Maha Kumbhê da îzdiham derket û li gorî encamên destpêkê 10 kes mirin

Ankara

 Li bakurê eyaleta Uttar Pradeşê ya Hindistanê li bajarê Allahabadê di festîvala Maha Kumbhê da îzdiham derket û li gorî encamên destpêkê 10 kes mirin.

Li gorî nûçeya India Todayê, li bajarê Allahabadê di festîvalê da ya ku 12 salan carekê tê lidarxistin û 45 rojan didome, îzdiham derket.

Ji ber îzdihamê li gorî encamên destpêkê 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Uttar Pradeşê Yogi Adityanath ragihand, hin kesên xwestin di Çemê Triveni Sangamê da xwe bişon û xwe ji gunehan paqij bikin, di ser bariyeran ra xwe qevizandin û lewma îzdiham çêbû.

Di çarçoveya festîvalê da ya ku di 13ê Rêbendanê da bi beşdariya bi milyonan însanî va dest pê kir, li bajêr ji bo hewandina ziyaretvanan zêdeyî 160 hezarî kon hatin vegirtin û qedera 400 kîlometreyî dirêj jî rêyên berwext hatin çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın