Dinya

Li navçeya Minbicê ya Sûriyeyê di êrîşa terorê ya bi wesayîta bombebarkirî da 7 sivîl hatin kuştin

Ömer Koparan  | 03.02.2025 - Rojanekırın : 03.02.2025
Li navçeya Minbicê ya Sûriyeyê di êrîşa terorê ya bi wesayîta bombebarkirî da 7 sivîl hatin kuştin

Halab

Li navçeya Minbicê ya girêdayî parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê, di êrîşa terorê ya bi wesayîta bombebarkirî da li gorî encamên ewil 7 sivîl hatin kuştin û 14 sivîl jî birîndar bûn.

Li Minbica ku bi Operasyona Şefeqa Azadiyê ji rêxistina terorê PKK/YPGyê hat paqijkirin, li biniya bajêr a ji hêla başûr va wesayîta bombebarkirî teqiya.

Ji ber êrîşa terorê li gorî encamên ewil 7 sivîl hatin kuştin û 14 sivîl jî birîndar bûn.

Birîndar bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin û fikar heye ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Hê kesî êrîş nekiriye stûyê xwe, lêbelê hêzên ewlekariya xwecî li ser wê îhtimalê disekinin ku rêxistina terorê PKK/YPGyê êrîş kiriye.

Hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi Operasyona Şefeqa Azadiyê va di 9ê Berfanbara 2024an da Minbic ji rêxistina terorê PKK/YPGyê rizgar kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın