Li Portekizê di mijara qutbûna ceyranê da normalbûna rewşê dibe ku hefteyekê bikşîne
- Li Îspanyayê jî ceyran çûye û hat ragihandin ku li gelek herêman hatina ceyranê wê qasî 6-10 saetan bikşîne

Ankara
Şirketa ceyranê ya neteweyî ya Portekizê RENê daxuyand ku li Portekiza ku mîna Îspanyayê li seranserê welêt ceyran lê qut bûye, normalbûna rewşê dibe ku hefteyekê bikşîne.
RENê der barê qutbûna ceyranê ya li welêt da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin wek Îspanyayê li Portekizê jî bi awayekî berfireh ceyran çûye û sedema vê jî şebekeya ceyranê ya Îspanyayê ye.
Hat gotin ji ber germahiya zêde ceyran qut bûye û hat daxuyandin ku li Portekizê normalbûna rewşê dibe ku hefteyekê bikşîne.
- Li hin herêmên Îspanyayê qutbûna ceyranê dewam dike
Li Îspanyayê ceyran çûye û hat ragihandin ku li gelek herêman hatina ceyranê wê qasî 6-10 saetan bikşîne.
Şirketa şebekeya ceyranê ya li Îspanyayê Red Electricayê daxuyand ku qutbûna ceyranê ya bi vî rengî di dîrokê da heta niha çênebûye û li qismekî welêt dibe ku ceyran heta 6 û 10 saetan neyê.
Li seranserê Îspanya û Portekîzê çûyîna ceyranê bi awayekî berfireh dewam dike, ji ber çûyîna ceyranê di ragihandin û veguhastinê da jî astengî çêbûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.