Li Sûriyeyê Ehmed Şarayê serokê birêvebiriya nû wekî serokomarê heyama berwext hat îlankirin

Damascus
Li Sûriyeyê serokê birêvebiriya nû Ehmed Şara wekî serokomarê heyama berwext hat îlankirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) digel Şara bi beşdariya Esad Hesen Şeybaniyê Wezîrê Karên Derva û nûnerên komên eskerî yên li welêt "Konferansa Serkeftinê" hat lidarxistin.
Di xilasiya konferansê da Berdevkê Îdareya Operasyonên Eskerî Albay Hesen Ebdulxanî danezana encamê xwend.
Ebdulxanî agihand ku Şara wekî serokomariyê Sûriyeyê yê heyama berwext îlan kirin û Şara dê di platformên navneteweyî da welêt temsîl bike.
Ebdulxanî diyar kir ku makezagona 2012an ji meriyetê hat rakirin û eşkere kir ku artêş, yekîneyên ewlehiyê û parlamentoya girêdayî rejima Esed hatin fesixkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.