Dinya

Li Şamê li Mizgefta Emewiyê Şeva Qedrê hat îdrakkirin

Ahmet Karaahmet  | 27.03.2025 - Rojanekırın : 27.03.2025
Li Şamê li Mizgefta Emewiyê Şeva Qedrê hat îdrakkirin

İdlib

Li Şama paytextê Sûriyeyê li Mizgefta Emewiyê ya dîrokî Şeva Qedrê hat îdrakkirin.

Bi minasebeta Şeva Qedrê ya rastî şeva 27em a meha Remezanê tê, Misilmanan berê xwe dan Mizgefta Emewiyê, piştî nimêja eşa û terawihê, şeva xwe bi tîlaweta Qur'ana Kerîm û her wiha bi tesbihat û diayan derbas kirin.

Cemaeta li hewş û hundirê mizgeftê da hatin cem hev, Sûriye di serî da ji bo hemû alema Îslamê, hêviya aştî, aramî û xweşiyê kirin.

Wekî seranserî Sûriyeyê, li Mizgefta Emewiyê jî gelek malbatan tevî zarokên xwe Şeva Qedrê îdrak kirin ku ji bo Misilmanan wekî "ji hezar mehî bixêrtir" tê qebûlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın