Li Tehrana paytextê Îranê ji ber kêmasiya avê bang li gel hat kirin ku avê ji sedî 20 kêm bixebitînin

Tahran
Li Tehrana paytextê Îranê ji ber ku rêjeya avê ya bendavan kêm bû, bang li gel hat kirin ku ew avê ji sedî 20 kêm bixebitînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran ya Îranê (ISNA), li Tehranê ev sala pêncemîn e ku hişkayî heye û baran jî ji sedî 45 kêm barî, ev jî bû sedem ku li paytextê dibe ku pirsgirêka avê çêbibe.
Hat daxuyandin ku rejeya ava bendavên li paytextê yên ku avê peyda dikin kêm bûye û li gor pêşbîniyên rewşa hewayê hişkayî wê sala bê jî dewam bike.
Îdareya Avê ya Tehranê bangî gel kir ku ew avê ji sedî 20 kêm bixebitînin ku havînê av neyên birîn.
Hat daxuyandin ku Tehran di warê çavkaniyên avê û bikaranîna avê da bi rewşeke nehevseng va rû bi rû maye û li hin malan serê merivê rojane 500 lître av tê xerckirin û ev jî gelekî zêde ye.
Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku aboneyên ku avê zêde bi kar tînin wê ewil bên hişyarîkirin û heke ew guh nedin û dîsa jî avê zêde xerc bikin, ava wan wê bê qutkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.