Li Xeta Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da 18 Filistînî hatin kuştin
- Li Xezeyê jimara Filistîniyên ku di êrîşên ku ji sibehê vir va hatin kirin da hatin kuştin derket 38an

Gazze
Di êrîşên ku balafirên şer ên Îsraîlê birin ser cihên cuda yên Xeta Xezeyê da herî kêm 18 Filistînî hatin kuştin, jimara kesên ku di êrîşên îro da hatin kuştin derket 38an.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên tenduristiyê û şahidan bi dest xist balafirên şer ên Îsraîlê li cihên cuda yên Xezeyê êrîşên asîmanî kir.
Balafirên şer ên Îsraîlê li ser Kolana En-Nefakê" ya li aliyê navîn ê Xezeyê sivîl hedef girtin.
Di êrîşan da herî kêm 7 kes hatin kuştin û piranî jê giran gelek kes birîndar bûn.
Her wiha di êrîşa asîmanî ya ku balafirên şer ên Îsraîlê bir ser maleke li bajarê Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê da jî yek jê zarokeke keçîn 3 kes mirin.
Di êrîşên li cihên cuda yên Xeta Xezeyê da jî 8 Filistînî hatin kuştin.
Bi kuştina 18 kesên navborî jimara kesên ku di êrîşên îro da hatin kuştin derket 38an.