Dinya

Li Xeta Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da 10 Filistînî hatin kuştin

Esat Fırat, Mohamed Majed  | 21.07.2024 - Rojanekırın : 22.07.2024
Li Xeta Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da 10 Filistînî hatin kuştin

Gazze

Di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser herêmên navend yên Xeta Xezeyê da zarok jî di nav da 10 Filistînî hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Nexweşxaneya El-Avdeyê ya li Xezeyê da wiha hat gotin: "Cinazeyên 4 kesan yên di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê yên li dijî Kampa Penaberên Filistînî ya Nuseyratê da şehîd bûn, anîn nexweşxaneyê."

Hat diyarkirin ku gelek Filistîniyên di êrîşê da birîndar bûn jî tên dermankirin.

Li aliyê din, Şaxa Parastina Sivîlan a Filistînê ya li Xeta Xezeyê jî li ser hesabê xwe yê Telegramê wiha daxuyand: "Di êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê yên li dijî maleke li Kampa Penaberên Filistînî ya El-Bureycê da 6 kes şehîd bûn."

Hat daxuyandin ku gelek kes jî birîndar bûn û ekîbên parastina sivîlan hewl didin kesên di binê kavilan da xelas bikin.

Şahidên bûyerê jî ji nûçegihanê AAyê ra diyar kirin ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî 2 malên malbata Gurabê yên li kampa Nuseyratê û 2 malên malbata Xelîfeyê yên li kampa el-Bureycê kirin.

Şahidan got jin û zarok jî di nav da gelek Filistînî hatin kuştin û birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın