Li Xezeyê bi deh hezaran Filistîniyên ku bi zorê ji cî û warên wan kirin, ji başûr vedigerin axa xwe ya bakur

Quds
Li Xezeyê bi deh hezaran Filistîniyên ku Îsraîlê bi êrîşan ew ji cî û warên wan kirin, serê sibehê dest bi vegera malên xwe yên li bakur kirin.
Hat gotin ku Îsraîl wê li gor saeta herêmî di 07.00î (BST 08.00) da destûrê bide ku Filistînî ji Korîdora Netzarîmê ra derbasî bakur bibin. Ev korîdor bakur û başûrê Xeta Xezeyê ji hev diqetîne. Piştî vê daxuyaniyê bi hezaran Filistînî bi eşyayên xwe va ji Kolana Reşîdê ra ber bi aliyê bakur va dest bi meşê kir.
Her wiha li gor peymanê kesên ku wê ji kolana Selahaddînê ra vegerin bakurê Xezeyê jî, wê li gor saeta herêmî di 09.00î da (BST 10.00) dest bi vegerê bikin. Li gor planê Filistînî wê tenê bi wesayîtan bikaribin ji kolana Selahaddînê ra derbasî aliyê bakur bibin. Li gor gotinê şirketeke ewlehiyê ya taybet a Amerîkayî wê wesayîtan kontrol bike. Tê gotin ku wesayîtên esmanî yên bêmirov (ÎHA) ên Îsraîlê li ser kolana Selahaddînê difirin.
Ji ber êrîşên Îsraîlê ji sedî 80-90ê avahiyên li bakurê Xezeyê hilweşiyabin jî Filistîniyên ku di nava 15 mehan da carê carekî ji cî û warên wan kirin, dixwazin vegerin ser axa xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.