Dinya

Li Xezeya ku 279 roj in Îsraîl êrîş dikê, jimara kuştiyan derket 38 hezar û 345an

Halime Afra Aksoy  | 11.07.2024 - Rojanekırın : 12.07.2024
Li Xezeya ku 279 roj in Îsraîl êrîş dikê, jimara kuştiyan derket 38 hezar û 345an

Istanbul

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara Filistîniyên ku hatin kuştin, derket 38 hezar û 345an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê hat dayîn, Îsraîl 279 roj in êrîşî Xeta Xezeyê dike û der barê êrîşan da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xeta Xezeyê 2 "komkujî" kirin û di êrîşan da 50 Filistîniyên din kuştin û 54 Filistînî jî birîndar kirin.

Hat ragihandin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara Filistîniyên ku hatin kuştin derket 38 hezar û 345an, jimara birîndaran jî derket 88 hezar û 295an.

Di daxuyaniyê da hat dubarekirin ku hê di binê kavilan da û kêleka rêyan cesed hene, lê ji ber ku hêzên Îsraîlê nahêlin, ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîlan hê xwe negîhandine hin cinazeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.