Dinya

Li Xezeya ku 325 roj in Îsraîl êrîş dikê, jimara kuştiyan derket 40 hezar û 435an

Mehmet Nuri Uçar, Yakoota Al Ahmad  | 26.08.2024 - Rojanekırın : 27.08.2024
Li Xezeya ku 325 roj in Îsraîl êrîş dikê, jimara kuştiyan derket 40 hezar û 435an

Gazze

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara Filistîniyên ku hatin kuştin, derket 40 hezar û 435an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê hat dayîn, Îsraîl 325 roj in êrîşî Xeta Xezeyê dike û der barê êrîşan da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li Xeta Xezeyê "2 komkujî" kirin û di êrîşan da 33 Filistîniyên din kuştin û 66 Filistînî jî birîndar kirin.

Hat ragihandin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara Filistîniyên ku hatin kuştin derket 40 hezar û 435an, jimara birîndaran jî derket 93 hezar û 534an.

Di daxuyaniyê da hat dubarekirin ku hê di binê kavilan da û li kêleka rêyan cesed hene, lê ji ber ku hêzên Îsraîlê nahêlin, ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîlan hê xwe negîhandine cinazeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.