Dinya

Li Xezeya ku 360 roj in Îsraîl êrîş dikê, jimara kuştiyan derket 41 hezar û 615an

Safiye Karabacak  | 30.09.2024 - Rojanekırın : 30.09.2024
Li Xezeya ku 360 roj in Îsraîl êrîş dikê, jimara kuştiyan derket 41 hezar û 615an

Gazze

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara Filistîniyên ku hatin kuştin, derket 41 hezar û 615an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê hat dayîn, Îsraîl 360 roj in êrîşî Xeta Xezeyê dike û der barê êrîşan da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li çendîn herêmên Xeta Xezeyê êrîş kirin û di êrîşan da 20 Filistîniyên din kuştin û 108 Filistînî jî birîndar kirin.

Hat ragihandin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara Filistîniyên ku hatin kuştin derket 41 hezar û 615an, jimara birîndaran jî derket 96 hezar û 359an.

Di daxuyaniyê da hat dubarekirin ku hê di binê kavilan da û li kêleka rêyan cesed hene, lê ji ber ku hêzên Îsraîlê nahêlin, ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîlan hê xwe negîhandine cinazeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.