Dinya

Li Xezeya ku 398 roj e êrîşên Îsraîlê lê didomin, hejmara kuştiyan derket 43 hezar û 466an

Di êrîşên di 48 saetên dawîn da 78 kes hatin kuştin, 214 kes birîndar bûn

Halime Afra Aksoy  | 08.11.2024 - Rojanekırın : 08.11.2024
Li Xezeya ku 398 roj e êrîşên Îsraîlê lê didomin, hejmara kuştiyan derket 43 hezar û 466an

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va di bin êrîşên artêşa Îsraîlê da ye, hejmara kuştiyan di 48 saetên dawîn da 78 zêde bû û derket 43 hezar û 469an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da der heqê êrîşên Îsraîlê da yên ku li dijî Xeta Xezeyê 396 roj in didomin, agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 48 saetên dawîn da di 6 qetlîamên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 78 Filistîniyên din jî hatin kuştin û 214 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat balkişandin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatin kuştin derket 43 hezar û 469an, ya birîndaran jî derket 102 hezar û 561ê.

Dîsa ew yek jî hat destnîşankirin ku hê di bin enqazan da û li devê rêyan cinaze hene, lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlî, ekîbên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cinazeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın