Dinya

Li Xezeya ku 412 roj e êrîşên Îsraîlê lê didomin, hejmara kuştiyan derket 44 hezar û 56an

Di êrîşên 24 saetên dawîn da 71 kes hatin kuştin, 176 kes jî birîndar bûn

Çağrı Koşak  | 21.11.2024 - Rojanekırın : 21.11.2024
Li Xezeya ku 412 roj e êrîşên Îsraîlê lê didomin, hejmara kuştiyan derket 44 hezar û 56an

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va di bin êrîşên artêşa Îsraîlê da ye, hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 71 zêde bû û derket 44 hezar û 56an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyêda der heqê êrîşên Îsraîlê da yên ku li dijî Xeta Xezeyê 412 roj in didomin, agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 71 Filistîniyên din jî hatin kuştin û 176 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat balkişandin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatin kuştin derket 44 hezar û 56an, ya birîndaran jî derket 104 hezar û 268an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın