Li Xezeyê ji 7ê Cotmehê vir va ji 500î zêdetir xebatkarên tenduristiyê di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin
Ankara
Li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmehê vir va ji 500î zêdetir xebatkarên tenduristiyê di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin, her wiha ji sedî 60ê tesîsên tenduristiyê yên li herêmê jî hatin girtin.
Artêşa Îsraîlê ya ku ji 7ê Cotmehê vir va bombeyan di ser Xezeyê ra dibarîne, li herêmê xebatkar û tesîsên tenduristiyê hedef digre.
Li Xezeya ku bi êrîşên Îsraîlê kavil bû xizmetên tenduristiyê jî wêran bûn û nikarin xizmetên tenduristiyê cîbicî bikin. Ji 36 nexweşxaneyên li herêmê jê 23 nabe ku bên bikaranîn.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmehê vir va ji 500î zêdetir xebatkarên tenduristiyê di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin.