Dinya

Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 38 hezar û 848an

Ekrem Biçeroğlu  | 18.07.2024 - Rojanekırın : 19.07.2024
Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatine kuştin derket 38 hezar û 848an

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 38 hezar û 848an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê 286 roj in didomin.

Hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da 54 kes hatin kuştin û 95 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 38 hezar û 848an.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan hejmara birîndaran jî bû 89 hezar û 459.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di bin kavilan da û li keviyên rêyan hê cinaze hene û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin cinazeyan derxin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın