Dinya

Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kuştiyan derket 50 hezar û 183yan

Artêşa Îsraîlê agirbesta di 19ê Rêbendanê da pêk hatibû têk bir û di 18ê Adarê da cardin dest bi êrîşan kir û hejmara kesên di êrîşên piştî 18ê Adarê da hatin kuştin derket 830î

Çağrı Koşak  | 26.03.2025 - Rojanekırın : 27.03.2025
Li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kuştiyan derket 50 hezar û 183yan

Gazze

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên ku hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 39 zêde bû û gihîşt 50 hezar û 183yan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da agahiyên der heqê kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn da hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 39 kes hatin kuştin û 124 kes jî birîndar bûn.

Dîsa hat balkişandin ku artêşa Îsraîlê agirbesta di 19ê Rêbendanê da pêk hatibû têk bir û di 18ê Adarê da cardin dest bi êrîşan kir û her wiha hejmara kesên ku di êrîşên piştî 18ê Adarê da hatin kuştin derket 830î û ya birîndaran jî derket 1787an.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê didomin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 50 hezar û 183yan, ya birîndaran jî derket 113 hezar û 828an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın