Li Yêmenê di avahiya ku fuzeya Amerîkayê jê girt da 68 koçberên Afrîkayî hatin kuştin

Istanbul
Hûsiyên li Yêmenê yên Îran li piştê ye, ragihandin ku li bajarê Sadayê yê li bakurê welêt, fuzeya Amerîkayê ji avahiya ku koçberên Afrîkayî lê ne girt û di encamê da 68 kes hatin kuştin.
Di nûçeya têlevîzyona El-Mesîreyê ya girêdayî Hûsiyan da hat destnîşankirin ku fuzeyeke ji balafirên şer ên Amerîkayê hat agirkirin, li bajarê Sadayê li navendeke starbûnê ya koçberên Afrîkayî lê dimînin, ket.
Midûriyeta Parastina Sivîlan eşkere kir, di wê avahiyê da ya fuzeya Amerîkayê lê ket, 68 kes hatin kuştin û 47 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di avahiyê da xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ekîbên Parastina Sivîlan û Heyva Sor a Yêmenê didomin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.