Li Îranê di kaneke komirê da xaza metanê teqiya û 28 kes mirin
Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Li rojhilatê Îranê li eyaleta Xoresana Başûr di kaneke komirê da xaza metanê teqiya û 28 kes mirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan Tesnîmê, Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend, der heqê teqîna xaza metanê da ya duh bi şev di kana komirê ya li Tebesa navçeya Xoresana Başûr da çêbû, agahiyên dawîn parve kirin.
Qulîwend wiha got, "Hejmara kesên di kana komirê ya tebesê da mirin derket 28an. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo 24 kesên mehsûrmayî didomin."
Peywirdarê Îranî diyar kir, 17 kesên birîndar jî bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.