Dinya

Li Îranê hejmara kesên ji ber teqîna kana komirê mirin derket 34an

Mustafa Melih Ahıshalı  | 22.09.2024 - Rojanekırın : 23.09.2024
Li Îranê hejmara kesên ji ber teqîna kana komirê mirin derket 34an

Istanbul

 Hat ragihandin, li rojhilatê Îranê li eyaleta Xoresana Başûr hejmara kesên ji ber teqîna xaza metanê ya di kana komirê da mirin, derket 34an.

Midûrê Giştî yê Rêvebirina Krîzê yê Xoresana Başûr Mihemed Elî Ahûndî yê ji Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Îranê IRNAyê ra axivî, der heqê teqîna xaza metanê da ya duh bi şev di kana komirê ya li navçeya Tebesê da çêbû, agahiyên dawîn parve kirin.

Ahûndî wiha got, "Hejmara miriyên li kana komirê ya Tebesê da derket 34an. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo 18 kesên mehsûrmayî didomin."

Hatibû ragihandin ku duh bi şev li rojhilatê Îranê li navçeya Tebesê ya eyaleta Xoresana Başûr di kaneke komirê da xaza metanê teqiya.

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend ragihandibû ku ji ber teqînê 28 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın