Li Îranê ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê hejmara birîndaran derket 281ê

Tahran
Hat diyarkirin li başûrê Îranê ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê hejmara birîndaran derket 281ê.
Di daxuyaniya Saziya Rewşa Acîl ya Hurmuzganê da hat destnîşankirin, ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê hejmara birîndaran derketiye 281ê.
Der barê miriyan da tu agahî nehat dayîn.
Piştî teqînê li keştîgehê şewat derket û xebatên ji bo temirandina şewatê didomin.
Li başûrê Îranê li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê nîvrokî teqîn çêbûbû.