Li Îranê ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê hejmara birîndaran derket 516an

Tahran
Hat diyarkirin li başûrê Îranê ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê hejmara birîndaran derket 516an.
Gorî agahiyên televizyona dewletê ya Îranê, li eyaleta Hurmuzganê, ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê hejmara birîndaran derketiye 516an.
Hat diyarkirin sedema teqînê nayê zanîn û der barê miriyan da tu agahî nehat dayîn.
Piştî teqînê li keştîgehê şewat derket û xebatên ji bo temirandina şewatê didomin.
Li başûrê Îranê li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendavê Besrayê nîvrokî teqîn çêbûbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.