Li Îranê xwepêşandanên Mehsa Emîniyê didomin
Tahran
Li Îranê xwepêşandanên piştî mirina Mehsa Emîniyê dest pê kirin li hin bajar û zanîngehan dewam kirin.
Li gorî dîmenên li ser medyaya civakî hatin weşandin, xwendekarên Zanîngeha Emîr Kebîr a li Tehranê ji bo protestokirina girtina hevalên xwe hatin cem hev. Lê ewlekariya zanîngehê midaxeleyî xwendekaran kir û xwest rê li çalakiya rûniştinê bigire.
Her wisa xwendekarên Zanîngeha Allame Tebatebayî û yên Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê jî xwepêşandan li dar xistin.
Her wisa xwendekarên Zanîngeha Babul Nûşîrewan, qefaltina 2 hevalên xwe û bi cezayê dîsîplînê cezakirina 17 xwendekaran protesto kirin.
Li bajarê Senendecê yê eyaleta Kurdistanê jî beşdarên merasima bibîranînê ya li ber merzelê Mumîn Zendkerîmê ku di çalakiyan da hat kuştin, durişmên dijî rêveberiyê berz kirin û xwepêşandan li dar xistin.
Li bajarê Seqizê jî esnaf ji bo piştgiriya protestoyan ji bo rojekê kepenk daxistin.
- Xwepêşandinên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûbergan binpê kir" hatibû binçavkirin û paşê ketibû komayê. Li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Cinazê Mehsa Emîniyê di 17ê îlonê da li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinazeyê li Tehran û bajarên rojavayê Îranêxwepêşandanan dest pê kiribû.
Her çend çavkaniyên fermî der barê bûyeran da agahiyeke zelal nedin jî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwecê ye, diyar kir ku hejmara kesên di xwepêşandanan da bi midaxeleya hêzên ewlekariyê hatin kuştin derket 253yan.
Tê diyarkirin, di bûyerên ku di xwepêşandanan da derketin da zêdeyî 30 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.