Dinya

Li Îsraîlê 20 eskeran qebûl nekir vegerin şerê li Xeta Xezeyê

Zein Khalil, Ali Semerci  | 29.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
Li Îsraîlê 20 eskeran qebûl nekir vegerin şerê li Xeta Xezeyê

Quds

Hat ragihandin, 20 eskerên Îsraîlî qebûl nekir vegerin şerê li Xeta Xezeyê û ji bo hinek ji wan hişyarî hat dayîn ku heger venegerin Xeta Xezeyê dê bikevin ber darizandina eskerî.

Di nûçeya têlevîzyona dewleta Îsraîlê KANê da hat diyarkirin, qedera 20 eskerên tûxaya piyadeyên Îsraîlê vê hefteyê xwestin ku venegerin pevçûnên li Xezeyê.

Di nûçeyê da her wiha hat gotin, nêzîkî 10 esker hatin hişyarîkirin ku heger di 20ê Tebaxê da venegerin Xeta Xezeyê dê ji ber redkirina emrê eskerî bên darizandin. Di nûçeyê da dîsa hat diyarkirin, hinek eskeran gotin ku ew ê piştî pevçûnên li Xezeyê 10 mehan ajotin cardin venegerin, lêbelê ew amade ne ku peywireke cuda bikin.

Di nûçeyê da her wisa hat balkişandin, ji taxbûrên din jî yên li Xeta Xezeyê şer dikin, daxwazên bi heman rengî tên bihîstin û malbatên hin eskeran diyar dikin ku li ser kurê wan tê ferzkirin ku beşdarî hereketa bejayî ya li Xezeyê bibin, heger na dê bikevin hebsê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın