Dinya

Lîderên NYyê dê ji bo Lijneya Giştî ya 79emîn îro li New Yorkê bên cem hev

Şerife Çetin  | 24.09.2024 - Rojanekırın : 24.09.2024
Lîderên NYyê dê ji bo Lijneya Giştî ya 79emîn îro li New Yorkê bên cem hev

New York

 Li New Yorka ku Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, Lijneya Giştî ya ku her sal serokên dewlet û hikûmetên welatên endam tîne cem hev, îsal dê dê 24-30ê Îlonê da bi rê va biçe.

Lijneya Giştî ya NYyê ya 79emîn dê ji hêla Sekreterê Giştî Antonio Guterres were vekirin û her wiha serokatiya rûniştinan jî Philemon Yongê Kamerunî dê bike.

Tê pêşbînîkirin ku 133 serokên dewlet û hikûmetan, 3 alîkarên serokan, 80 alîkarên serokwezîran û 45 jî wezîr dê beşdarî Lijneya Giştî ya NYyê bibin.

Li ser navê Tirkiyeyê, Serokomar Erdogan dê roja ewil biaxive.

Wekî kevneşopiyeke NYyê ya ku ji 1955an û vir va dê domandin, li Lijneya Giştî piştî serok, axaftina ewil ji hêla Brezîlyayê tê kirin. Li dû Brezîlyayê, Amerîkaya malîvan axaftinê dike.

Li Lijneya Giştî ya NYyê roja ewil li ser navê Tirkiyeyê, Serokomar Recep Tayyip Erdogan dê di rêza 3yem da axaftinê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın