Dinya

Macron: "Siberoja Ewropayê divê li Ewropayê bê diyarkirin, ne li Washington û Moskowê"

Şeyma Yiğit  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 07.03.2025
Macron: "Siberoja Ewropayê divê li Ewropayê bê diyarkirin, ne li Washington û Moskowê"

Ankara

 Di serdemekê da ku DYA û Rûsyayê di mijara aşitiya Ukraynayê da temasên xwe zêde kirine û welatên Ewropayê ditirsin li dervayî maseyê bibînin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron tekeziya xweseriyê kir û got, "Pêşeroja Ewropayê divê li Ewropayê bê diyarkirin, ne li Washington û Moskowê."

Macron derbarê şerê li Ukraynayê û dengvedana wê ya li Ewropayê axaftina banga gel kir.

Macron destnîşan kir ku geşedanên jeopolîtîk ên li cihanê, ewlekarî û aramî jî xistiye rewşa nediyarîbûnê û got, "Dema bûyerên dîrokî yên ku di van rojên me da diqewimin, berbiçav tên girtin, bi awayekî mafdar mirov dikeve fikaran. DYAyê sekna xwe ya ji bo şerê li Ukraynayê guherand. Heman DYAyê dike ku baca gumrikê bi ser Ewropayê da bisepîne."

Macron diyar kir ku ji destpêka şerê li Ukraynayê heta niha piştgiriya Ukraynayiyan û sepandina mueyîdeyan li ser Rûsyayê didomin û wiha pê da çû:

"Ji Ukraynayê wêdetir, metirsiya Rûsyayê bandorê li welatên Ewropayê jî dike, bandorê li me jî dike. Rûsya jixwe şerê Ukraynayê veguherandiye pevçûnek cîhanî. Li parzemîna me eskerên Koreya Bakur û melzemeyên ku Îranê çêkirî seferber kir û her wiha alîkariya van welatan kir ku xwe bêtir çekdar bikin."

Macron destnîşan kir ku Rûsya plan dike ku heta sala 2030î bi xerckirineke bihayê zêdetirî 40 milyar Euroyê û 3 hezar tank û 300 balafirên şer, artêşa xwe berfireh bike û got, "Kî dikare bawer bike ku ewê Rûsya bi Ukraynayê qanî be?"

Macron di warê Ukraynayê da got, "Ez dixwazim bawer bikim ku Amerîka dê li kêleka me be, lê divê em ji her rewşê ra jî amade bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın