Netanyahu ji şirîkên koalîsyonê ra got pergala darazê ya tê niqaşkirin wê bê rawestandin
Quds
Hat daxuyandin Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji şirîkên koalîsyonê ra ragihand wî biryar daye ku pergala darazê ya niqaş li ser tê kirin bê rawestandin.
Li gor nûçeya Saziya Weşanê ya Kamuyê ya Îsraîlê (KAN), Netanyahu ji şirîkên koalîsyonê ra ragihand wî biryar daye ku pergala darazê ya niqaş li ser tê kirin û bû sedema grevê bê rawestandin.
Li welêt 13 hefte ye ku ji ber vê protesto tên kirin û di koalîsyonê da jî dubendî çêbûbû, şirîkên rastgir ên koalîsyonê dijî vê pergalê derketibûn.
Hat ragihandin Netanyahu wê civîneke çapemeniyê li dar bixe û vê biryarê eşkere bike.