Dinya

Netanyahu nûçeyên ser agirbesta berwext a li sînorê Libnanê, derewandin

Enes Canlı  | 26.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Netanyahu nûçeyên ser agirbesta berwext a li sînorê Libnanê, derewandin

Quds

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kir, wî ji bo Libnanê bersiv neda bangewaziya agirbesta berwext a Amerîka û Fransayê, nûçeyên ku dibêjin li dijî bakur êrîş hatin kêmkirin ne rast in û wiha dewam kir, "Min telîmat da artêşa Îsraîlê ku bi hemû hêza xwe li bakur êrîşan bidomîne."

Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê daxuyaniya nivîskî da û nûçeyên ku dibêjin Netanyahu seba agirbesta berwext a li Libnanê razî bû ku hevdîtinê bike, derewandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Nûçeyên li ser agirbestê rast nînin. Netanyahu bersiv neda teklîfa Amerîka û Fransayê. Nûçeyên ku dibêjin Îsraîlê êrîşên xwe yên li bakur kêm kirin, ne rast in. Netanyahu li gor planên ku pêşkêşî wî kirin, telîmat da artêşa Îsraîlê ku bi hemû hêza xwe li bakur êrîşan bidomîne. Heta ku hemû armancên şer pêk neyên, êrîşên li Xezeyê jî wê dewam bikin."

Li gor îdiayên nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu destûr da ku ji bo teklîfa agirbesta berwext a sê hefteyan hevdîtin were kirin û seba vê wezîrekî xwe wezîfedar kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın