Dinya

Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê Wezîrê Parastinê Gallant ji peywir hilda

Mustafa Deveci  | 05.11.2024 - Rojanekırın : 07.11.2024
Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê Wezîrê Parastinê Gallant ji peywir hilda

Ankara

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu Wezîrê Parastinê Yoav Gallant ji peywir hilda.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriyê da hat diyarkirin ku Galant ji peywir hat hildan.

Di daxuyaniya der barê ji peywirdûrxistina Gallant da gotina Netanyahu ya wekî "(Bi Gallant ra) Pêbaweriya di navbera me da xira bû. Min gelek caran hewl da ku valahiya di navbera me da tijî bikim lê ev bêtir berfireh bû."

Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da hat gotin ku şûna Gallant Yîsrael Katzê Wezîrê Karên Derva anîn peywira Wezareta Parastinê.

Dihat zanîn ku navbera Netanyahu û Gallant nebaş e. Serokwezîrê Îsraîlê berê niha jî teşebûs kiribû ku Gallant ji peywir hilde lêbelê piştî protestoyan ji vê peywira xwe paşda gav avêtibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.