Dinya

Nûnerê Ereb îfşa kir ku qaşo di rêvebiriya Sûriyeyê ya PKKyê da gotina dawîn a qadroyên Qendîlê ye

Eşref Musa  | 20.08.2024 - Rojanekırın : 23.08.2024
Nûnerê Ereb îfşa kir ku qaşo di rêvebiriya Sûriyeyê ya PKKyê da gotina dawîn a qadroyên Qendîlê ye

Tel Abyad

 Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê qaşo di civîneke şaxa sivîl a PKK/YPGya rêxistina terorê da nûnerê Ereb diyar kir ku rola rêvebirên Ereb sembolîk e. Ev gotin cardin nîşan dide ku rêvebiriya herêmê di destê terorîstên ku ji Çiyayê Qendîlê hatine da ye.

Kurdstreet Newsa ku geşedanên li Sûriyeyê dixe nûçe, li Reqaya ku di dagirkeriya PKK/YPGyê da ye, diyalogên qaşo civîneke rêvebiriya sivîl weşand.

Nûnerê Ereb Mihemed Remezan di civînê da diaxive û dibêje ku qaşo şaxên sivîl "ji aliyê kadroyên PKKyê va tên kontrolkirin".

Remezan dibêje ku qaşo di hemû şaxên sivîl ên rêxistinê da pergala hevserokatiyê heye û rêvebirên Ereb ên vê derê sembolîk in û rewşa wan dişibîne "vazo"yê.

Nûnerê Ereb wiha got: "Di îdareya her sazî û xizmetê da ji xwişk û birayên Kurd kesekî/e Qadrocî (Qadroya Qendîlê ya PKKyê) heye ku sifet an jî wezîfeyeke wî/wê ya fermî tuneye. Bêyî ku palpişta xwe bide rêzikname û qanûnan, hemû raye di dêst da ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.