Pêşengê Îranê Xamaney bangewaziya mizakereyê û tehdîdên Trump red kirin
- "Em çend salan rûniştin me mizakere kirin paşê dîsa heman kesî mizakereya ku kuta bûye, temam bûye û hatiye îmzekirin, ji maseyê rakir, qelaşt û avêt. Mizakereya em pê beled in ku wê kêrî tiştekî neyê, em çima bikin"

Tahran
Pêşengê Îranê Ayetullah Elî Xamaney diyar kir, mizakereyên ku bi rêvebiriya Amerîkayê ya niha ra werin kirin, wê kêr neyên û tengavkirinan ranekin.
Xamaney li avahiya xwe ya li paytext Tehranê bo komên xwendekaran ên tevahiya welêt ra rûnişt.
Xamaney li ser bangewaziya bi Tehranê ra mizakereyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump sekinî û wiha got, "Ev ji bo ku bêje 'em seba mizakereyê amade ne û em dixwazin mizakere bikin û aştiyê pêk bînin, lê Îran hez nake' loma vê bangewaziyê dike."
Xamaney bibîr xist, wî di dewra ewil a Trump da welatê xwe yek alî ji peymana nukleerê ya ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pesend kir, vekişand û wiha dewam kir:
"Gelo Îran çima hez nake ku mizakereyan bike? Ji xwe bipirsin! Em çend salan rûniştin me mizakere kirin paşê dîsa heman kesî mizakereya ku kuta bûye, temam bûye û hatiye îmzekirin, ji maseyê rakir, qelaşt û avêt. Mizakereya em pê beled in ku wê kêrî tiştekî neyê, em çima bikin. Mizakereyên ku bi rêvebiriya Amerîkayê ya niha ra werin kirin, wê kêrî rakirina tengavkirinan neyên, wê gilêya tengavkirina yek car bişidîne."
Pêşengê Îranê li ser tehdîdên êrîşa eskerî ya Trump jî wiha got, "Me bi êrîşa eskerî va tehdîd dike. Ev karekî aqilane nîne, lewra şer yek alî nabe."
Xamaney got, "Hêza Îranê têra xwe heye ku bersivê bide û heke êrîşek were kirin ew ê teqez bersivê bidin" û wiha dewam kir, "Heke Amerîkayî û unsûrên wê şaşiyeyê bikin, zirara herî zêde wê bixwe bibînin. Helbet şer tiştekî baş nîne û em li peyê şer nînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.