Dinya

Piştî ku Îsraîlê li dijî Libnanê êrîş da destpêkirin, Hizbullahê êrîşa tolhildana Şukur ragihand

Esat Fırat  | 25.08.2024 - Rojanekırın : 25.08.2024
Piştî ku Îsraîlê li dijî Libnanê êrîş da destpêkirin, Hizbullahê êrîşa tolhildana Şukur ragihand

Beyrut

Îsraîlê ragihand ku wê li dijî Libnanê êrîş da destpêkirin û Hizbullahê jî ragihand ku wan wekî bersiva sûîqesda li Libnanê ya li dijî fermandarê wan Fuad Şukur, li dijî Îsraîlê êrîş da destpêkirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari îdia kir ku Hizbullah amadekariyê dike ku li dijî Îsraîlê êrîşeke berfireh bide destpêkirin û wiha got, “Lewma jî me li dijî Libnanê êrîşên ‘rêlêgirtinê’ dan destpêkirin.”

Hagari di daxuyaniya xwe da got, “Bîstek berê ji Libnanê li dijî xaka Îsraîlê êrîşên fuze û roketan hatin kirin. Li ser vê yekê li herêmên Îsraîlê sîren hatin aktîfkirin.”

Hagari îdia kir ku Hizbullah amadekariyê dike ku li dijî Îsraîlê êrîşeke berfireh bide destpêkirin û her wiha got ku li ser vê yekê, artêşa Îsraîlê dest bi lêdana hedefên Hizbullahê kir.

Hagari bangî Libnaniyên rûniştvanên başûrê Çemê Lîtaniyê kir ku herêmên xwe biterikînin û wiha got, “Îsraîl dê hemû tehdîdên li dijî xwe ji holê rake.”

Ji aliyekî din va, Hizbullahê jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û wiha got, “Micahidên Tevgera Berxwedana Îslamî di çarçoveya bersivdayîna sûîqesda dijî fermandarê mezin Fuad Şukur da li dijî kûrahiyên rejima siyonîst (Îsraîl) û hedefeke eskerî ya Îsraîlê ya dê paşê were ragihandin, bi gelek dronan êrîşa asîmanî da destpêkirin.”

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku der heqê rêveçûna operasyonê da hûrgilî dê paşê bên ragihandin û her wiha hat gotin ku Hizbullah bi temamî di amadebaşiyê da ye û dê li dijî êrîşên Îsraîlê berevaniyeke xurt bike.

Hizbullahê ragihand, qonaxa yekem a êrîşên wan ên dijî Îsraîlê temam bû

Hizbullaha Libnanê eşkere kir, wan qonaxa yekem a êrîşên dijî Îsraîlê ya di çarçoveya bersivdayîna sûîqesda li Libnanê ya li dijî fermandarê Hizbullahê Fuad Şukur da bi 320 fuzeyî va temam kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hizbullahê da wiha hat gotin, “Bi alîkariya Xwedê qonaxa ewil bi serkeftî temam bû.”

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku dronan binke û herêmên eskerî yên Îsraîlê kirin armanc û wiha hat gotin, “320 fuzeyên katyûşa jî baregehên eskerî yên li Celîleya Îsraîlê û li Girên Golanê yên dagirkirî kirin armanc.”

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hûrgiliyên din ên operasyonê dê paşê bên eşkerekirin.

Îsraîlê ragihandibû ku wê li dijî Libnanê êrîş da destpêkirin, Hizbullahê jî ragihandibû ku wan operasyona tolhildanê ya Fuad Şukur da destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın