Putîn û Muhemed bin Selman bi telefonê derbarê Ukraynayê û piyaseyên neftê axivîn

Moskova
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Şehzadeyê Cînişînê Erebistana Siûdiyê Muhemed bin Selman bi telefonê derbarê Ukraynayê û piyaseyên neftê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê Putîn û Muhemed bin Selman peywendiyeke telefonê encam dan.
Hat ragihandin ku Bin Selman di peywendiyê da bal kişanye d ser çareserkirina qeyrana Ukraynayê û tekezî li wê yekê kiriye ku Erebistana Siûdiyê amade ye hemî cura piştevaniyê bide ji bo normalîzebûna têkiliyên Rûsya-DYAyê.
Di peywendiyê da gotûbêj li ser bazirganî, veberhênan û hevkariya di warê enerjiyê da ya di navbera Rûsya û Erebistana Siûdiyê hat kirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku ewê hevkariya xwe ya di nezda Rêxistina Welatên Îxracatkarên Neftê (OPEC) û Koma OPEC+ ya ku ji welatên îxaracatkarên neftê yên jibilî OPECê pêktên bidomînin.
Hat ragihandin ku di peywendiyê da li ser mijara têkiliyên siyasî yên dualî jî sekinîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.