Dinya

Qesra Spî: Me piştgiriya îstîxbaratê û alîkariya eskerî ya ji bo Ukraynayê ji nû va da destpêkirin

Hakan Çopur, Michael Gabriel Hernandez  | 13.03.2025 - Rojanekırın : 14.03.2025
Qesra Spî: Me piştgiriya îstîxbaratê û alîkariya eskerî ya ji bo Ukraynayê ji nû va da destpêkirin

Washington DC

Qesra Spî piştrast kir ji ber ku Kîevê ji agirbesta 30 rojî ra got erê, rêveberiya Donald Trump jî piştgiriya îstîxbaratê û sewqîyata eskerî ya ji bo Ukraynayê ji nû va da destpêkirin.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî (NSC) James Hewîtt ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku di hevdîtinên Amerîka û Ukraynayê yên li Erebistana Siûdî da gavên girîng hatin avêtin û alîkariya wan a eskerî ya ji bo Ukraynayê ji nû va dest pê kir.

Piştgiriya îstîxbaratê û sewqîyata eskerî ya ji bo Ukraynayê piştî nîqaşa di navbera Serok Trump, Alîkarê Serok JD Vance û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy da ya li Ofîsa Gilover ya di 28ê Sibatê da hatibûn sekinandin.

Trump îdia kiribû ku Zelenskiy di vê hevdîtinê da li hemberî gelê Amerîkayê bêhurmetî kiriye, Zelenskiy jî gotibû wî tiştekî xelet nekiriye û lêborîna xwe xwestibû.

Trump êvara sêşemê li Kongreyê axivîbû û gotibû ku Zelenskiy ji wî ra nameyek şandiye û gotiye Ukrayna amade ye ku peymana elementên axê yên kêm tên dîtin îmze bike û beşdarî mizakereyên aştiyê bibe.

Ji aliyê din va, Rêvebirê Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratclîffe piştrast kiribû ku piştî niqaşa di navbera Trump û Zelenskiy da ya li Ofîsa Gilover wan bi awayekî demkî piştgirî û sewqîyata eskerî ya ji bo vî welatî rawestandiye û destnîşam kiribû ku ev biyareke demkî ye.

Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Trump gotibû ku Zelenskiy di nameya navborî da lêborîn xwestiye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.