Dinya

Rayedarê Iraqî daxuyand ku kampên Êzdiyan yên ku ji ber PKKyê nikarin vegerin Şengalê wê neyên girtin

Ekip  | 18.07.2024 - Rojanekırın : 20.07.2024
Rayedarê Iraqî daxuyand ku kampên Êzdiyan yên ku ji ber PKKyê nikarin vegerin Şengalê wê neyên girtin

Dahuk

Hat diyarkirin ku biryara girtina kampên Êzdiyan yên ku ji ber dagirkeriya PKKya rêxistina terorê nikarin vegerin malên xwe yên li Şengala navçeya Mûsilê, hat rawestandin.

Êzdiyên ku piştî êrîşa DEAŞa rêxistina terorê di Tebaxa 2014yan da ji Şengalê reviyan û xwe spartin kampên Duhokê. Lê vê carê jî ji ber dagirkirina navçeyê ya ji aliyê PKKya rêxistina terorê va qasî 10 sal in ew ji malên xwe dûr dijîn.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê biryar dabû ku kamp heta 30yê Tîrmeha 2024an divê bên girtin.

Her çiqas ev biryar hatibe dayîn jî ji ber dagirkeriya PKKya rêxistina terorê ya navçeyê, Êzdiyên ku dixwazin vegerin malên xwe bi salan e nikarin vegerin û li kampan jiyaneke zor û zehmet derbas dikin.

Midûrê Rewşa Acil û Afatê ya Rêvebiriya Koçê ya Duhokê Pîr Deyan Pîr Cefer ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Bexdayê bêyî ku bi hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Êzdiyên Şengalê bişêwire der barê kampan da biryar da.

Cefer diyar kir ku der barê rewşa kampan da ji bo ku rêyeke baştir bê dîtin bi hikûmeta navendî ya Iraqê ra şêwr tên kirin û wiha got: "Kamp hê jî weke xwe mane û ev biryar rawestiyaye."

Cefer daxuyand ku hin kes berê vegeriyan Şengalê, lê "ji ber pirsgirêkên ewlehiyê, bêkarî û kêmasiya xizmetan" yên navçeya ku di bin dagirkeriya rêxistina terorê da ye, ew dîsa vegeriyan kampan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın