Rejima Esed li Minbîc, Eynulereb û Til Rifeta di bin dagirkeriya PKK/YPGyê da ne hêzên xwe yên eskerî xurt dike

Tel Abyad
Artêşa Rejima Esed li Sûriyeyê li navçeyên Minbîc, Eynulereb û Til Rifeta di bin dagirkeriya PKK/YPGyê da ne hêzên xwe yên eskerî xurt dike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji qadê bi dest xist, hêzên artêşa rejima Esed li bakurê Helebê li navçeyên Minbîc, Eynulereb û Til Rifeta di bin dagirkeriya PKK/YPGyê da ne hêzên xwe yên eskerî xurt dikin, ji 1ê çileya pêşîn vir va sewqiyatan zêde dikin.
Hêzên rejime sewqiyatên xwe ji aliye dibistana topvanan a Ramuseyê ya li Helebê û balafirgeha eskerî ya Kuveyrîsê dikin.
Di konvoyên rejime da bi dehan tank û çekên topvanan heye û bi sedan endamên Hêzên Pilingê yên çekdar jî di konvoyê da cih digirin.
Rejim ji aliyekî va hêzên xwe dişîne cihên eskerî, li aliye din jî qadên nû yên ku li cih bibe ava dike.
- Bicîhbûn
Hêzên rejime yên ku çûn Minbicê li nêzîkî gundên Kibab Kebîr, Kibab Saxir, Suhnî, Abîd Mihemed, Auayb, Tel Asvad, Xan el-Humr, Um Harze, Hute û Ureymeyê bi cih bûn.
Hêzên rejime yên ku çûn navçeya Til Rifetê jî li nêzîkî Nubbul, Zehra, Mayer, Rîtyan, Hîrdatnîn, Deyr Zeytun, Til Susin, Til Cubbîn û Fafinê bi cih bûn.
Hêzên ku çûn Eynulerebê jî çûn nêzkîkî rêbejaya M4ê ya li nêzîkî baregeha eskerên Ûris yên sîloyên Sirrînê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.