Dinya

RTD: Ji bo lêxistina aşiyên falinca zarokan li Xezeyê ji 1ê îlonê pê va dê sînordarkirî navberê bidin pevçûnan

Can Hasasu  | 30.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
RTD: Ji bo lêxistina aşiyên falinca zarokan li Xezeyê ji 1ê îlonê pê va dê sînordarkirî navberê bidin pevçûnan

Washington DC

 Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ragihand ku li Filistînê piştî 2 salan cara ewil bûyera falinca zarokan hat tesbîtkirin, li ser vê dê ji 1ê îlonê pê va qismî navberê bidin pevçûnan.

Rîk Peeperkornê Nûnerê Herêma Filistînê ya RTDyê li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku "navbera mirovî" ya ku dê bidin pevçûnan dê wekî periyodên pey hev ên 3 rojî li Xezeyê 3 cihên cuda bê tetbîqkirin.

Li gor vê xebata aşîkirinê ya ewil a ku dê di 1ê îlonê da li navenda Xezeyê dest pê bike bi rêzê va li Xezeya Başûr û Bakur bê kirin.

Tê payîn ku li herêmên aşî bê lêxistin da her roj 8 an 9 saet navberê bidin pevçûnan.


Hemas: Îsraîlê red kir ku ji bo lêxistina aşiya falinca zarokan li tevahiya Xezeyê navberê bidin pevçûnan

 Welîd Kîlaniyê berpirsyarê çapemeniyê yê li Lubnanê yê Hemasê got ku birêvebiriya Îsraîlê ji bo lêxistina aşiya falinca zarokan şûna li tevahiya Xezeyê qebûl kir ku li hin cihên diyar ên Xeta Xezeyê navberê bidin pevçûnan.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand ku ji bo lêxistina aşiyên falinca zarokan dê li Xezeyê navberê bidin pevçûnan.

Kîlaniyê berpirsyarê çapemeniyê yê li Lubnanê yê Hemasê der barê daxuyaniya RTDyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Kîlanî da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyaz kir ku li tevahiya Xeta Xezeyê ji bo falinca zarokan seranserê 3 rojan navberê bidin pevçûnan û diyar kir ku Hemasê ev pêşniyaz qebûl kir.

Kîlanî destnîşan kir ku Îsraîlê ji bo lêxistina aşiyê qebûl nekir ku li tevahiya Xeta Xezeyê navbera berwext bidin pevçûnan û ragihand ku birêvebiriya Tel Avîvê qebûl kir ku dê tenê li hin taxan navberê bidin pevçûnan.

Kîlanî ragihand ku li Xezeyê dema ku navberê bidin li herêmên din dê êrîş dewam bikin û ji ber vê yekê jî mimkûn nîne ku aşî bê belavkirin.

Kîlanî behs kir ku wek tevger qebûl dikin ku ji bo lêxistin aşiyên falinca zarokan ji bo hin herêman tenê jî be navberê bidin pevçûnan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın