Dinya

Rêxistina terorê PKK/YPGyê li Heleb û Hesekeyê 2 zarok bi zora çekê revandin da ku bixin nav kadroyên xwe yên çekdar

Eşref Musa  | 16.07.2024 - Rojanekırın : 18.07.2024
Rêxistina terorê PKK/YPGyê li Heleb û Hesekeyê 2 zarok bi zora çekê revandin da ku bixin nav kadroyên xwe yên çekdar

Tel Abyad

 Rêxistina terorê PKK/YPGyê li herêma Heleb û Hesekeya ser Sûriyeyê 2 zarok bi zora çekê revandin da ku bixin nav kadroyên xwe yên çekdar.

Berdevkê "Rabitaya Kurd ya Serbixwe" Rêdûr el-Ehmed ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku rêxistina terorê PKK/YPGyê ji herêma Şehbayê ya Helebê L.H.Myê 14 salî û ji herêma Hasekeyê jî M.A.Syê 13 salî revandin da ku bikin nav refên xwe yên çekdar.

Ehmed diyar kir ku destûrê nadin zarokên revandin ku zarok bi malbata xwe ra peywendiyê daynin, her wiha zarokên ku hatin revandin û bi zorê tên girtin şandine kampên perwerdeyê.

Ehmed diyar kir ku rêxistina terorê PKK/YPG ji serê salê vir va ji herêma Heleb, Reqa, Deyrêzor û Hesekeyê ku dagir kirine ji 35an zêdetir zarok revandin.

- PKK/YPG ji sala 2023yan vir va bi zora çekê 231 zarok revandin û xistin nav kadroyên xwe

Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê daneyên rapora "Zarok û Şerên Çekdarî" ya sala 2023yan da daxuyandibû ku li Sûriyeyê rêxistina terorê ya ku xwe weke "SDG" bi nav dike 231 zarok bi zora çekê revand û xist nav kadroyên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın