Dinya

Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Helebê bi hilkişandina alaya Tirkiyeyê va ji nû ve dest bi xebatê kir

Ekip  | 20.01.2025 - Rojanekırın : 20.01.2025
Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Helebê bi hilkişandina alaya Tirkiyeyê va ji nû ve dest bi xebatê kir

Ankara

Li Sûriyeyê di sala 2012an da ji ber şerê navxweyî xebatên Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Helebê hatibû rawestandin, îro bi hilkişandina alaya Tirkiyeyê va ji nû ve dest bi xebatê kir.

Serkonsolosxaneya li Muhafazaya herêma ser Heleba bajarê Sûriyeyê îro bi beşdariya Maslahatguzarê Berwext yê Balyozxaneya Şamê yê Tirkiyeyê Burhan Koroglu, Serkonsolosê Helebê Hakan Cengiz û gelek mêvanan vebû.

Li Serkonsolosxaneya Helebê ya Tirkiyeyê bi merasimeke alaya Tirkiyeyê ji nû va hat hilkişandin, piştî 12 salan xebatên dîplomatîk jî hatin destpêkirin.

Gelê Helebê bi kêf û coş vebûna konsolosxaneyê pêşwazî kir.

-Balyozxaneya Şamê jî di 14ê Berfanbarê da ji nû ve dest bi xebatê kiribû

Balyozxaneya Şamê ya Tirkiyeyê jî di sala 2012an da faliyetên xwe dabû rawestandin, herwiha di 14ê Berfanbarê da ji nû ve dest bi xebatê kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın