Dinya

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen: "Ewropa rûbirûyê metirsiyeke eşkere û heyî ye"

Melike Pala  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 07.03.2025
Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen: "Ewropa rûbirûyê metirsiyeke eşkere û heyî ye"

Ankara

 Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen hişyarî da ku Ewropa "rûbirûyê metirsiyeke eşkere û heyî ye" û got, "Divê em Ewropayê bînin astekê ku bikaribe berevaniyê li xwe bike û xwe biparêze."

Von der Leyen beriya Lûtkeya Derasayî ya Lîderên YEyê, di civîna Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ku endama wê ye, axivî.

Von der Leyenê destnîşan kir ku ji bo lûtkeya derasayî ya ku wê dest pê bike, li hev civiyane û got, "Em di demeke derasayî da ne ku em dibînin, Ewropa rûbirûyê metirsiyeke eşkere û heyî ye. Divê em Ewropayê bînin astekê ku bikaribe berevaniyê li xwe bike û xwe biparêze."

Von der Leyenê tekezî kir ku anîna Ukraynayê bo asteke ku bikaribe xwe biparêze, her wiha pêkanîna aştiyeke adîlane û mayinde gelekî giring e.

Von der Leyenê ragihand ku di vê çarçoveyê da, bi mebesta ku lîder xerciyên xwe yên ji bo parastina Ewropayê zêde bikin, jinûva pirçek bibin, ewê plana nû ya bi navê "ReArm"ê ku bihayê wê 800 milyar ewro ye, pêşkêş bike.

Von der Leyen der barê naveroka planê da wiha axivî:

"Ev plan di warê xerciyên eskerî da zêdetir derfetên malî pêşkêşî dewletên endam dike û her wiha derfetên peydakirina hevbeş di asta Ewropayê da jî dide. Weke xaleke giring, dikare feydeyê bigihîne Ukraynayê jî, çimkî bi saya vê planê, ewê welatên endam di pîşesaziya parastinê ya Ukraynayê da bikaribin veberhênanê bikin yan jî peyda bikin û bidin Ukraynayê."

Lîderên YEyê yên ku li Brusselê li hev civiyane, ewê li ser piştevaniya Ukraynayê û xerciyên parastinê yên Ewropayê gotûbêjê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.