Serokomarê Sûriyeyê Şara danezana destûra berwext îmze kir

Damascus
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara danezana ku hukmên sereke yên destûra berwext destnîşan dike, îmze kir.
Komîteya ku ji hiqûqnas, siyasetnas, endamê hîndekariyê û rojnamegerên Sûriyeyê pêk tê, xebatên xwe kuta kirin û danezana destûra berwext pêşkêşî Şara kir.
Endamên komîteya amadekirina destûra berwext, endamên Konferansa Diyaloga Neteweyî, Serokê Yekîtiya Alimên Sûriyeyê Usame Rifaî û Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî beşdarî merasima li Qesra Gel a li Şama paytext bûn.
Dr. Ebdulmehîd el-Awakê siyasetnasê Sûriyeyî yê endamê komîteya amadekirina destûra berwext di merasimê da axivî û der barê danezanê da agahî dan.
Serokomarê Sûriyeyê Şara, danezan wergirt, îmze kir û spasiya komîteyê kir.