Dinya

Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra hevdîtin kir

Serokomar Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Macron ra diyar kir ku li bendê ne ku Yekîtiya Gumrikê bû rojanekirin û weadên sebestiya vîzeyê bên bicîanîn

Merve Yıldızalp  | 08.11.2024 - Rojanekırın : 08.11.2024
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra hevdîtin kir

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya peywendiyên xwe yên Lûtkeya Civakên Siyasî ya Ewropayê da bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di hevdîtinê da digel têkiliyên Tirkiye û Fransayê mijarên herêmî û navneteweyî hatin nirxandin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinû da got ku têkiliyên kevnar ên Tirkiye û Fransayê hene û xurtkirina têkiliyên bazirganî û aborî dê kêrî herdu welatan jî bê.

Erdogan diyar kir ku Tirkiye bi perspektîfa endamtiya tam a YEyê tevdigere, vejandina pêvajoyê hewcehiyek e, li bendê ne ku Yekîtiya Gumrikê bû rojanekirin û weadên sebestiya vîzeyê bên bicîanîn û got ku li ser bingeheke aştiyane bi rêya dîplomasiyê çareserkirina rageşiyên Ukrayna-Rûsya, Îsraîl-Filitînê, Îsraîl û Libnanê û yên manend ji bo berjewendiyûn hemû welatan e.
​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.