Dinya

Serokomar Erdogan: "Em ji bo mizakere û axaftinê û ji bo li Qibrîsê çareserî û aştiyeke mayînde çêbe, amade ne"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima 20ê Tîrmehê Roja Aştî û Azadiyê ya li Bulvara Fazil Kuçuk a Lefkoşyayê bû.

Ömer Olcay  | 20.07.2024 - Rojanekırın : 20.07.2024
Serokomar Erdogan: "Em ji bo mizakere û axaftinê û ji bo li Qibrîsê çareserî û aştiyeke mayînde çêbe, amade ne"

Ankara

Serokomar Erdogan: "Em ji bo mizakere û axaftinê û ji bo li Qibrîsê çareserî û aştiyeke mayînde çêbe, amade ne. Ji bo çareseriyê jî em destên tên dirêjkirin vala nahêlin."

"Eskerên me yên leheng 50 sal berê îro ji bo xencera ku dixwestin li îstiqlala Tirkên Qibrîsê bixin jê bikin gavekî dîrokî avêtin."

 "(Herekata Aştiyê ya Qibrîsê) Ew roj me nîşanî hemû dinyayê da ku Tirkên Qibrîsê tenê nînin û tenê jî namînin."

"Meriv di avekê da nikare du caran xwe bişo. Bi piştguhkirina rastiyên li giravê meriv nagihêje derekê. Gorî baweriya me çareseriyeke federal li Qibrîsê pêkan nîne."

 "Heya îro terefê ku bi dilsozî çareseriyê xwestiye, fedekarî kiriye, rîsk hildaye û îrade nîşan daye, Tirkên Qibrîsê û Tirkiye ye."

 "(Qibrîs) Aramî û aştiya ku beriya bi 50 salan me li vê axê tesîs kir, înşellah emê biparêzên û emê nehêlin têk biçe."

 "Ez hêvî dikim ewê ew roj were ku serekên herdu welatên garantor ên giravê, bi hev ra serdana herdu dewletan bikin."

"Ji bo KKTCya ku li ser xwîna şehîdên me ava bûye, bibe dewleteke hêzdar, bi prestîj û bi aramî ewê piştevaniya me hemîşeyî be."

"Me biryar da ku ji tîrmehê pê va para piştekiyê û ucreta xwendekariyê ya xwendekarên welatiyên KKTCê bibin xwedî heman esasên yên welatiyên Tirkî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın