Dinya

Serokomarê Îranê: "Em amade ne di mizakereyên digel Amerîkayê da bi parastina berjewendiyên xwe va rêkeftinekê bikin"

Ahmet Dursun  | 22.04.2025 - Rojanekırın : 23.04.2025
Serokomarê Îranê: "Em amade ne di mizakereyên digel Amerîkayê da bi parastina berjewendiyên xwe va rêkeftinekê bikin"

Tahran

 Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku ew amade ne di çarçoveya mizakereyên digel Amerîkayê da û bi parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî va rêkeftinekê bikin.

Li gorî têlevîzyona dewleta Îranê, Pizişkiyan li Tehranê di civînekê da axivî.

Pizişkiyan di axaftina xwe da qala pêvajoya mizakereyên bi Amerîkayê ra kir û wiha got, "Em amade ne di çarçoveya mizakereyên digel Amerîkayê da û bi parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî va rêkeftinekê bikin. Lêbelê heger ew nexwazin bi me ra di asteke wekhev da mizakereyan bikin em ê li rêya xwe binihêrin. Fena gotina Rêberê Şoreşê (rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney), em ne xweşbîn in û ne jî reşbîn."

Pizişkiyan wiha got, "Em ne ji bo şer li vir in lê em zordestiyê jî qebûl nakin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.