Dinya

Serokwezîra Îtalyayê Melonî: "Daxwaza me ji Îsraîl ew e ku rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire"

Barış Seçkin  | 25.09.2024 - Rojanekırın : 26.09.2024
Serokwezîra Îtalyayê Melonî: "Daxwaza me ji Îsraîl ew e ku rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire"

Roma

ROMA (AA) - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê anî ziman ku ji Îsraîla ku mafê wê ya xweparastinê teyîd kirine, dixwazin rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire û sivîlan biparêze.

Meloniyê li New Yorkê di 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da xîtabî beşdaran kir.

Serokwezîr Meloniyê der barê geşedanên Rojhilata Navîn da got, "Ji ber êrîşên derekî weke ya 7ê cotmehê (2023) me ji bo Îsraîlê mafê xweparastinê teyîd kir. Di heman demê da em ji Îsraîlê dixwazin ku rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire û sivîlan biparêze. Bi heman mentiqê em bi eşkereyî piştevaniya gelê Filistînê dikin ku bibin xwedî dewlet. Lê ji bo ku ev yek zû derkeve holê, divê Filistînî vê yekê bispêrin serkirdayetiyekê ku ji diyalog û aramiya Rojhilata Navîn îlhama xwe digire."

Meloniyê diyar kir ku divê li Xezeyê agirbest bê dabînkirin û dîlên Îsraîlî demildest bên berdan û got, "Em êdî nikarin bibin şahidê trajediyên vê dawiyê yên li başûr û rojhilatê Libnanê, ku sivîlên bê guneh bên kuştin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.