Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer bi têlefonê bi Trump û Macron ra axivî

İngiltere
Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer piştî ku li paytext Londonê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ra hevdîtin pêk anî, bi têlefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra axivî.
Di nûçeyên çapemeniya Îngiliz da hat diyarkirin, Starmer piştî hevdîtina bi Zelenskiy ra ya li Ofîsa Serokwezîriyê 10 Nimroyê, bi têlefonê bi Trump û Macron ra axivî.
Hat destnîşankirin, Starmer di axaftina xwe da ya bi herdu serokan ra jî, "erênî" bû û hewl da ku rêyeke ber bi pêş bibîne.
Peywendiya Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer ya bi têlefonê, rojekê piştî rageşiya Zelenskiy û Trump a li Qesra Spî pêk hat.
- Zelenskiy dê beşdarî zîrweya lîderan a li ser mijara Ukraynayê bibe
Volodimir Zelenskiy dê beşdarî zîrweya lîderan a li ser mijara Ukraynayê bibe ku dê sibê li paytext Londonê bi mazûvaniya Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer were lidarxistin û dê gelek lîderên Ewropî beşdar bibin.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan jî dê li ser navê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan beşdarî zirweyê bibe.
Zelenskiy dê di çarçoveya ziyareta Îngiltereyê da ji xeynî Starmer dê bi Qral Charles ra jî hevdîtinê bike. Hevdîtin dê li ser daxwaza hikûmeta Îngiltereyê pêk were.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.